Bijîşkê hejarên Qamişlo wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê hejarên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Dr. Sîrob Bako Ezîz îro wefat kir.

Dr. Sîrob Bako Ezîz Ermeniyekî bajarê Qamişlo bû, 43 salan pir bi erzanî, gelek caran jî belaş xelk derman dikir.

Berî niha Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Qamişloyê bû.

Dr. Sîrob li Rojavayê Kurdistanê çêbûbû û di nava Kurdan de mezin bûbû.

Dr. Sîrob Bako Ezîz wekî Kurdekî bi Kurdî diaxifî, mirina wî xemgîniyeke mezin bi xelkê re çêkir.

Cenazeyê Dr. Sîrob Bako Ezîz li Qamişloyê bi axê hat spartin.