Bijîşkê hejarên Qamişlo wefat kir

2 demjimêr berê
Dr. Sîrob Bako Ezîz \ Wêne\ Medyaya civakî
Dr. Sîrob Bako Ezîz \ Wêne\ Medyaya civakî
Nîşan Qamişlo Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Sîrob Bako Ezîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê hejarên Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Dr. Sîrob Bako Ezîz îro wefat kir.

Dr. Sîrob Bako Ezîz Ermeniyekî bajarê Qamişlo bû, 43 salan pir bi erzanî, gelek caran jî belaş xelk derman dikir.

Berî niha Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Qamişloyê bû.

Dr. Sîrob li Rojavayê Kurdistanê çêbûbû û di nava Kurdan de mezin bûbû.

Dr. Sîrob Bako Ezîz wekî Kurdekî bi Kurdî diaxifî, mirina wî xemgîniyeke mezin bi xelkê re çêkir.

Cenazeyê Dr. Sîrob Bako Ezîz li Qamişloyê bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst