Li Dêrsimê qeza: 8 kes birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pilemûr Dêrsim Qezaya trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Li navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê ya 2 otomobîl lihevqelibîn û di bûyerê de 8 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îr li ser rêya sereke ya Dêrsim-Erzinganê di tunelê de li nêzîkî navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê dû otomobîl li hevdû qelibîn.

Di bûyerê de tevî şofêran 8 kesên di herdû otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her heşt birîndar rakirin Nexweşxaneya Deweletê ya Dêrsimê.

Li gorî zanyariyan rewşa birîndaran baş e.

Her wiha ji ber bûyera trafîkê li ser rê û di tunelê de demekê astengî di çûnûhatinê de derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst