Li Rihayê şerê esnaf û zabitayan: 15 kes birîndar bûn

18-07-2024
Nîşan Riha Xelîliye Pevçûn Zabita
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di navbera zabitayên şaredariyê û esnafan de şer derket û 15 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin

Li gorî zanyariyan îro li taxa Devteştî ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera zabitayên şaredariyê û hejmarek esnafan  de li ser cihê dezgehan nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê esnaf û zabitayên şaredariyê şerê hev kirin. Di şer de 11 esnaf û 4 zabita birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Ruhayê.

Derbarê şer de lêkolîn hat destpêkirin û 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir