Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd 30 Sal Halîl Arslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Halîl Arslan piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Halîl Arslan sala 1994an li navçeya Xîzanê ya parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Halîl Arslan birîbû.

Halîl Arslan di 30 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Amed, Dîlok, Yozgat, Mereş, Îzmîr, Tekîrdag, Bandirma û Sêmsurê ma.

Arslan 17ê Tîrmeha 2024an li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê cezayê xwe temam kir û hat berdan.

Li gorî MAyê Arslan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FEDê ve hat pêşwazîkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst