Li Erziromê ji ber lehiyê zerera madî çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oltiyê ya parêzgeha Erziroma Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û hinek xanî, axûr, rê û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Şeva borî li navçeya Oltî ya Erzeromê ji ber barana zêde ava çemê li herêmê bi ser de çû.

Di encamê de lehî rabû û li gundê Ayvaliyê zerer gihişt hinek xanî, axûr, rê û zeviyên çandiniyê.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û yên AFADê çûne cihê bûyerê û kar û xebat hatin destpêkirin.

Serokê Şaredariya Oltiyê Adem Çelebî jî çû cihê bûyerê û derbarê rewşê de agahî wergirt.

Lehiya şevê din di demekê de ye, roja Çarşemê Saziya Keşnasiyê ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyarî dabû ku li parêzgehên Qers, Erzirom û çend parêzgehên din baraneke dijwar dibare û divê welatî li gorî wê yekê tevbigerin.