Têkildarî pevçûna çekdarî ya li Erdîşê 18 kes hatin desteserkirin

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Erdîş Pevçûna Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Têkildarî pevçûna çekdarî ya li navçeya Erdîşê ya Wanê ku di encam de ciwanekî 17 salî hatibû kuştin û 19 kes birîndar bibûn, 18 kes hatin desteserkirin.

Pêr 16ê Temûzê li gundê Berazgolê yê ser bi navçeya Erdîşê ve di navbera du malbatan de piştî nîqaşekê pevçûna çekdarî çêbibû.

Di pevçûnê de ciwanekî 17 salî yê bi navê Vedat D. canê xwe ji dest dabû û 19 kesên din jî birîndar bibûn.

Piştî bûyerê cendirmeyan li gund dest bi lêkolînê kirin û bi tohmeta ku pêwendiya wan bi wî şerî re hebûye, duh 17ê Temuzê 2023an 18 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatine desteserkirin piştî rêkarên despêkê birine Fermnadariya Cendirmeyan ya Erdîşê.

Li gor zanyariyan, hefteya borî li gund di dawetekê de zarokên her du malbatan şerê hev kirin û dijminkariya malbatan dest pê kir. Şeva16ê Temuzê jî malbatekê êrîşî mala aliyê din kiriye û gule li wan reşandine û bûyer li ser wê yekê mezin bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst