Ji kesên li cemedên Cîloyê wenda bibûn cinazeyê kesekî hat dîtin

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Cemedên Cîloyê Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çiyayê Cîlo yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şikestina cemedê 4 kes wenda bibûn û 2 kes bi birîndarî hatibû rizgarkirin û ji bo 2 kesên din jî xebatên lêgerîn berdewam bûn. Îro cenazeyê kesekî ji wan hat dîtin.

 Ji 2 kesên ku li Colemêrgê li herêma cemedên Cîloyê di binê parçeyê cemedê de wenda bûn, cinazeyê kesekî hat dîtin.

Ji bo dîtina Mehmet Aydin ê mamosteyê erdnîgariyê yê ji Şirnexê û Hakîme Koça di Wezareta Dadê ya Tirkiyê de karmed e ku li herêma di navbera Colemêrg û navçeya wê Geverê de  li devera avgurê piştî cemed telişîbûna cemedê û wenda bûn, îro sibehê xebatan dîsa dest pê kir.

Tîmên hilkêş û çiyager yên ji Stenbol, Sakarya û Bursayê çûne di xebatên lêgerînê de cî girtin.

Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik ragihand ku îro bi alîkariya wan tîman cinazeyê Hakîme Koç dîtine.

Îdrîs Akbiyik destnîşan kir ku di xebatan de ekîbên pispor ên ji 42 kesan pêk tên cî digirin û got ku wan cinazeyê welatiya jin derxist û înşellah ew dê di demeke kurt de Îdrîs Akbiyik jî bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst