Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê li Bakuyê civiyan

18-07-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlam Aliyev
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlam Aliyev
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Azerbaycan Îlham Aliyev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin û paşê her du serok li koşka serokatiya Azerbaycanê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê. Balafira Serokê Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Haydar Aliyev a Bakuyê danî û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Ali Ahmadov ve hat pêşwazîkirin.

Di pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî de, li Balafirxaneya Bakuyê alên Kurdistanê û Iraqê hatin bilindkirin û di çarçoveya protokola fermî de mafora sor jê re hatibû raxistin.

Piştre konvoya otomobîlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt koşka serokatiya Azerbaycanê û Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Her du lîder li koşkê li ber alayên Azerbaycan, Kurdistan û Iraqê wêneyên protokolî girtin û dest dan hev. Paşê civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev dest pê kir.

Beriya ku civîn bi awayekî fermî dest pê bike, Aliyev ji Barzanî re got: “Bîranînên min ên gelek baş ji hevdîtina me ya li Munchenê hene.” Nêçîrvan Barzanî jî ji wî re got: “Gelek spas ji bo vexwendina min. Ez gelek kêfxweş im ku di dawiyê de hatim vir.”

Serokê Azerbaycanê di beşeke din a axaftina xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Em ê di serdana we ya du rojan de ji bo destnîşankirina mijarên hevkariyê nîqaşên baş bikin.” 

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Azerbaycanê ji bilî ku di warê siyasî û aborî de serdaneke dîrokî ye û dê rola wê serdanê di pêşxistina peywendiyên Hewlêr-Bakuyê de hebe, di heman demê de ji aliyê Kurdên Azerbaycanê ev giring tê dîtin.

Serokê Komeleyên Kurdên Azerbaycanê Zabit Memedov ji Rûdawê re ragihand, ew giringiyê didin serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û got ku ew dê daxwaza piştevaniya manewî ji wî bikin.

Zabit Memedov jî ji peyamnêrê Rûdawê re axivî û got: “Em wek Kurdên Azerbaycanê giringiyeke mezin didin serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Em kêfxweş in ku di navbera Azerbaycan û Kurdistanê de pêwendiyeke wiha hebe. Bi vî awayî pêşiya me vedibe. Em dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin û pêşxistina peywendiyên her du aliyan dê serdanên me zêdetir bike.”

Memedov herwiha diyar kir ku ew dixwazin bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin û got: “Hin daxwazên me dê hebin. Beriya her tiştî em dê bixwazin ku têkiliyên herdu dewletan û gelan ber bi pêş ve biçin. Em dê di warê ziman û çandê de jî hin daxwaza piştgiriyê bikin. Pirsgirêkên me yên manewî hene û ji bo ku ziman û çanda xwe zindî bihêlin dê hin pêşniyarên me hebin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst