Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt Azerbaycanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û dê îro bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive.

Di pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî de, li Balafirxaneya Bakuyê Ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Balafira Serokê Herêma Kurdistanê beriya kêliyekê li balafirxaneya Bakuyê danî û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Ali Ahmadov ve hat pêşwazîkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro ji aliyê Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive û bi wî re peywendiyên du alî yên navbera Hewlêr-Bakuyê û herwiha têkiliyên Azerbaycan û Iraqê gotûbêj bike.

Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî ku ji bo rûmala serdana Serokê Herêma Kurdistanê li paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê ye, derbarê vê serdana dîrokî ya Nêçîrvan Barzanî de ragihand, ev yekemîn car e di astekî wiha bilind de berpirsekî Kurd serdana Azerbaycanê dike.

Kamîz Şeddadî diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Bakuyê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Ali Ahmedov ve hat pêşwazîkirin, herwiha Balyozê Iraqê yê li Azerbaycanê û Balyozê Azerbaycanê yê li Iraqê jî di merasîma pêşwaziyê de amade bûn.

Nûçegihandê Rûdawê destnîşan kir, di çarçoveya serdana xwe de Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmarek wezîr û rayedarên Azerbaycanê re jî hevdîtinan bike.

Roja 18ê Sibatê di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de, Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiyabûn.

Aliyev di wê civînê de Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana Azerbaycanê vexwendibû û gotibû ku ew ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê dixebitin.

Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev herwiha 4ê Hezîranê jî di xwarina ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hilbijartinên 18ê Gulanê li Enqerê dabû serkirdeyên cîhanî, hevdîtin kiribûn.