Di 6 mehan de 83 kesên ji Kobanî di Deryaya Spî de xeniqîne

18-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Kobanî Koçber Deryaya Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di nîvê yekem a îsal de 83 welatiyên ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di Deryaya Spî de xeniqîne.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku di nîvê yekem a îsal de, 83 koçber ji bajarê Kobanî, di Derya Spî de dema ku dixwestin xwe bigihînin welatên Ewropayê, xeniqîne.

Li gor amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê; 5ê Adara 2023yan 25 koçberên Sûrî li nêzîkî bajarê Tibriq ê Lîbyayê, belema wan binav bû û xeniqîn, 5ê Hezîran 2023yan 26 koçber, li raserî peravên Cezairê belema wan binav bû, ji wan 18 koçberên Sûrî bûn, 14ê Hezîrana 2023yan belemek ku 750 koçber hilgirtibûn, binav bû, bi sedan xeniqîn, û 100 koçber hatin rizgarkirin, ji wan 47 koçberên Sûrî, ji wan jî 4 ji bajarê Kobaniyê, rizgar bûn, lê 6 koçberên din, ku ji Kobaniyê bûn, pêwendî bi wan re hate birrîn.

Her li gor heman amaran 11ê vê mihê 11 koçber, ji bajarê Wehran ê Cezairê derketin ber bi Spanyayê ve, di nav wan de, 6 koçber ji bajarê Kobaniyê hebûn, pêwendî bi wan re hate birrîn.

Li gorî heman zanyariyan, çûna koçberan ber bi Ewropayê ve, bi rêya deryayê digihêje derdora 15 hezar euroyî ji bo her koçberekî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst