Li Rihayê pevçûna malbatan: 1 mirî, 6 birîndar

18-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Pevçûna Malbatan Kaniya Xezalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di pevçûna du aliyan de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li gundê Bîrdelef ê Kaniya Xezalan, roja 18ê Temûzê du malbatên mirovên hev ji ber sedemeke nehat zanîn pev çûn. Endamên her du malbatan bi kevir, dar û çekan êrîşî hev kirin.

Di encama pevçûnê de Ahmet Onay ê 25 salî hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatin veguhestin.

Hat zanîn di navbera her du malbatan de pêştir jî pevçûn derketiye û 12 kes birîndar bûne.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst