Li Efrînê komkirina sêvan dest pê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê komkirina sêvan dest pê kiriye. Li Deşta Cûmê ku zêdetirî 50 hezar darên wê hene bi dirêjiya rojê xelkê navçeyê sêvan kom dikin.

Li gundê Şadêrê yê deşta Cûmê ya Efrîn ji bilî sêvan, hinar û zeytûn tên çandin.

Li deşta Cûmeyê dema komkirina sêvan dest pê kiriye, xwediyê baxçe û karker bi hev re sêvan kom dikin.

Hisên Hesen ku ev baxçeye ji bo çend salan ji xwe re kirê kiriye, ji Rûdawê re dibêje, ji ber ku nirxê sêvan îsal erzan e, ew zererê dibînin.

Xwediyê baxçeyê sêvan Hisên Hesen got “Sêv jî pere nakin. Em sêvan bi çar lîreyan difroşin. Her qefesek bi 23 sentî ye. Em qefesê bi 23 sentî dikirin û sêv jî pere nakin. Sêv nayên firotin. Me sêvan semad kir, derman kir û niha jî sêv nayên firotin.”

Hisên dibêje, ji ber ku îsal pirsgirêka kêmiya avê heye, ew sêvên xwe zû kom dikin da ku bi daran ve têk neçin.

Hisên Hesen dibêje “Av jî tine, ji bo avê çareyek bibînin, dê dar hişk bibin. av beriya her tiştî ye.”

Li vî baxçeyî 10 karker rojane sêvan kom dikin, ji bo her demijmêrekî kar, karker 10 lîreyên Tirkî werdigrin, karkereke jin ji Rûdawê re dibêje, ew pere têra tiştekî nake.

Karkera komkirina sêvan Zerîfe Birko diyar kir “Wele em saet di 6an de tên û di 11an de diçin malê. Heta em diçin karê xwe dikin em helak dibin. Em têne şixul sateê bi 10 lîreyan. Ne cere pê tên kirîn, ne nan pê tê kirîn. Mazot biha ye tişt gişt erzan e. ne ji cejnê bûya me goşt nedixwar, bi xêra cejnê me goşt xwar.”

Li gorî zanyariyan li deşta Cûmê ya Efrînê zêdetirî 50 hezar darên sêvan hene, Di baxçeyên vê navçeyê de sê corên sêvan tên çinîn,