Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê dê bi Nêçîrvan Barzanî re bicive

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sebastien Lecornu Fransa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê dibêje, ew dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re mijarên girêdayî herêmê gotûbêj bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu serdana Iraqê kir û dê sibe li Hewelê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

Sebastien Lecornu derbarê serdana xwe ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Lecornu di parvekirina xwe de dibêje “Kêfxweş im ku bi Mihemed Şiya Sûdanî (Serokwezîrê Iraqê), Sabit Mihemed Ebasî (Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê) û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li ser pirsên herêmî û serweriya Iraqê danûstandinan bikim.”

Sebastien Lecornu îro Sêşemê li Bexdayê ligel Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabbath Mihemed Abbasî civiya û pêwendiyên leşkerî di navbera her du welatan û rewşa ewlehiyê ya Iraqê gotûbêj kirin.

Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Mihemed Ebasî jî civîna ligel hevtayê xwe yê Fransî wek civîneke berhemdar bi nav kir û got “Me bi hev re li ser hebûna leşkerên Fransî di nava koalîsyona navneteweyî de û rola wan a girîng di şerê li dijî terorê de gotûbêj kirin.”

Wezîrê Berevaniya Fransa dê sibê bê Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Sebastien Lecornu û Nêçîrvan Barzanî dê pêwendiyên navbera Parîs û Hewlêrê, rewşa navçeyê û şerê li dijî terorê gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst