Hejarê Şamîl: Em dê encamên serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Azerbaycanê bibînin
Hewlêr (Rûdaw) - Şîrovekarê siyasî, rojnamevan û nivîskarê Kurd Hêjarê Şamîl serdana Serok Barzanî nirxand û got: “Ev serdan xwedî nirxekî manewî ye. Em dê encamên wê bibînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev çû Bakuyê.
Şîrovekarê siyasî, rojnamevan û nivîskarê Kurd Hêjarê Şamîl ji Tîflîsê beşdarî bultena Rûdawê û di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Azerbaycanê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Hejarê Şamîl bal kişand ser wê yekê ku ew li Azerbaycanê ji dayik bûye û dibêje, “Kurdîstan welatê min ê qedîm e, Azerbaycan jî welatê min ê ku ez lê ji dayik bûme. Bi rastî jî îro ji bo min rojeke pîroz e. Di derbarê vê serdanê de dê hê bê axavtin, hê bê şîrovekirin. Pir caran rêzdar Nêçîrvan Barzanî û rêzdar Îlham Aliyev hatine cem hev lê bi fermî ev serdana cara yekemîn e. Cara yekemîn e ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Azerbaycanê tê vexwendin. Mele Mistefa Barzanî 76 sal berê hatibû Azerbaycanê, wê caxê kesî bi fermî pêşwazî lê nekiribû, ji ber vê yekê ne tenê di aliyê aborî, bazirganî û enerjiyê de, pir nirxê manewî jî heye di vê serdanê de. Encamên wê (serdanê) emê bibînin.”
“Li Azerbaycanê 30-40 hezar Kurd hene”
Li ser nifûsa Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn, Hêjarê Şamîl got “Rewşa Kurdbûnê li Azerbaycanê piçekî tevlihev e. Bi sedan hezar Kurd hene ku asîmîle bûne bi sedemên objektîf û subjektîf, ji ber ku Kurd nehatine Azerbaycanê, Kurd li Azerbaycanê xwecihî ne. Bi hezaran sal in li vê erdê dijîn û miletên Azerî û netewa Azerî li ser esasên miletê Kurd ava bûye. Yanî tu li hatina Azeriyan bigerî ji sedî 20 Kurd in, lê yên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in, bawer dikim nêzikî 30-40 hezar hene. Di warê eslê xwe de em dikarin bibêjin ku nêzî nîv milyon Kurd hene.
“Serdan ji sê aliyan ve girîng e”
Hêjarê Şamîl da zanîn ku ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji sê aliyan ve girîng e û wiha berdewam kir:
“Sê giringiyên vê serdanê hene. Yek, bo min manewî ye. Ji ber ku niha di nav Kurdên Azerbaycanê de çend roj in kelecaneke mezin çêbûye. Ya duyem, bazirganî ye, enerjî ye. Li ser vê jî zêde tê axavtin, lê nuqteyeke pir giring jî jeopolîtîk e. Niha li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê çargoşeyên siyasî çêdibe. Yek lingê vê goşeyê Îsraîl e, lingê duyem Azerbaycan e mimkun e ku lingê sisêyan çaran jî Kurdistan be. Ev jî porjeyeke netewî ye. Kî bextewar bûye ku Nêçîrvan Barzanî hatiye Azerbaycanê? Rêveberiya Tirkiyê memnûn e, Rêveberiya Gurcistanê memûn e, çend dewletên Ereb in ku memnûn in. Kî memûn nîne? Rûsya memnûn nîne û Îran memnûn nîne. Di vê derê de pir meseleyên giring ên jeopolîtîk jî hene. Ez bawer dikim ku Kurdistan di vê çend goşeyê de dikare bibe goşeyeke pir giring.”
Hêjarê Şamîl li ser pirsa ku Herêma Kurdistanê û Azerbaycan dikarin li ser kîjan waran hevkariyê bikin, wiha bersiv da:
“Helbet di serî de bazirganî ye, aborî ye, enerjî ye. Ez bawer dikim li ser van tiştan axavtin hatine kirin. Helbet divê çûn û hatina geştên esmanî çêbibe. Duyemîn aliyê jeopolîtîk e. Helebt têkiliyên medenî û kultûrî ye. Li Azerbaycanê bi sed hezaran Kurd dijîn. Li Kurdistana mezin bi sed hezaran Azerî dijîn. Em cîran in, bi sedan kîlometre sînorên me hene. Em mecbûrî hevdu ne. Helbet çapemeniya Azerbaycanê giringiyê didin vê serdanê lê hê şîrova nekirine. Ez bawer dikin dê vê êvarê û sibê dest pê bikin û şîrove bikin.”