Li Cîloyê 4 kes wenda bûbûn: Cenazeyê mamoste Mehmet Aydin jî hate dîtin

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Cîlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Cîlo yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şikestina cemedê 4 kes wenda bibûn û 2 kes bi birîndarî hatibû rizgarkirin û ji bo 2 kesên din jî xebatên lêgerîn berdewam bûn. Îro cenazeyê duyem yê mamoste Mehmet Aydin jî hate dîtin.

Ji 2 kesên ku li Colemêrgê li herêma cemedên Cîloyê di binê parçeyê cemedê de wenda bûbûn, cinazeyê duyem jî hat dîtin.

Ji bo dîtina Mehmet Aydin ê mamosteyê erdnîgariyê yê ji Şirnexê û Hakîme Koça di Wezareta Dadê ya Tirkiyê de karmed e ku li herêma di navbera Colemêrg û navçeya wê Geverê de  li devera avgurê piştî cemed telişîbûna cemedê û wenda bûn, îro sibehê xebatan dîsa dest pê kir.

Tîmên hilkêş û çiyager yên ji Stenbol, Sakarya û Bursayê çûne di xebatên lêgerînê de cî girtin.

Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik ragihand ku îro bi alîkariya wan tîman cinazeyê Hakîme Koç dîtine. Herwiha tîmên lêgerînê li heman cihî gihîştin cenazeyê mamoste Mehmet Aydin jî.

Cenazeyên ku ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatin dîtin, bi helîkopterên leşkerî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Li ser dîtina cenazeyê Aydin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê bi dawî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst