Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî nûnertiya rastî ya gelê Kurdistanê dike

18-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Dilşad Şehab Îlham Aliyev Azerbaycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got “Nûnertiya rasteqîne ya gelê Kurdistanê, nûnertiya Serokê Herêma Kurdistanê ye ku di kom û civînên navdewletî de derdikeve pêş.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev çû Bakuyê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di bersiva pirsên rojnamevanan de tekezî li ser wê yekê kir ku hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel berpirsên welatên biyanî pêgeha navdewletî ya Herêma Kurdistanê bihêztir kir.

Şehab diyar kir ku hevdîtina Barzanî û Aliyev serkeftî derbas bûye û amaje bi wê yekê jî kir, ku di warê hêsankirina vîzeyê de ji bo welatiyên Iraqî û Herêma Kurdistanê jî di nav de, pêşketin çêbûne û herwiha di vekirina konsulxaneya giştî ya Azerbaycanê de li Hewlêrê jî, pêşketinek heye.

“Serdan li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê bi dawî hat”

Dilşad Şehab bal kişand ser wê yekê ku ev civîn dê bibe sedema geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê de ku dê hevkariya di warên aborî, bazirganî, çandî, geştiyar, enerjî û veberhênanê de pêş bikeveû wiha got “Em ji gelê Kurdistanê re radigihînin ku serdan serkeftî bû û li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê bi dawî bû.”

Şehab bal kişande ser giringiya berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê de û got ku Nêçîrvan Barzanî ne tenê nûneratiya Herêma Kurdistanê ye, lê nûneratiya Iraqê jî dike.

Dilşad Şehab diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê dê ji aliyê gel ve bi awayekî erênî bê pêşwazîkirin û dibêje “Birayên me yên kurd ên ku li vir dijîn, beşeke girîng a Azerbaycanê ne û hevsengiyên çandî yên di navbera gelan de dê ji bo pêşveçûna têkiliyan hêsan bike.”

“Nêçîrvan Barzanî nûnertiya rastî ya gelê Kurdistanê dike”

Şehab bal kişande ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di civînên navdewletî de û dibêje “Nûnertiya rasteqîne ya gelê Kurdistanê, nûnertiya Serokê Herêma Kurdistanê ye ku di kom û civînên navdewletî de derdikeve pêş. Her yek ji van têkiliyan bi serê xwe xwedî bandorek e.”

“Herêma Kurdistanê hewl dide ji van ezmûnên Azerbaycanê sûd werbigire”

Dilşad Şehab diyar kir ku têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Azerbaycanê re erênî ne û got “Azerbaycan di gelek waran de welatekî pêşkeftî ye. Herêma Kurdistanê hewl dide ji van ezmûnên Azerbaycanê sûd werbigire. Yek ji mijarên girîng teşwîqkirina sermayedarên Azerbaycanê ye ku li Herêma Kurdistanê veberhênanan bikin. Birêz Serokkomar (Aliev) ev yek pir erênî pêşwazî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst