Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev pêşxstina peywendiyên du alî gotûbêj kirin

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Azerbaycan Îlham Aliyev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev di civîna xwe de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re di hemû waran de kirin, her du serokan herwiha derbarê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya li Hewlêrê de jî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Temûza 2023an bi serdaneke fermî îro gihîşt paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û piştî pêşwaziya fermî ya li balairxaneyê, li Koşka Serokatiya Azerbaycanê ji aliyê serokê wî welatî Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin û her du serok bi ehv re civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê wê serdanê de daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Di civîneke dostane ya du alî de, herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin, bi taybet di ware aborî, bazirganî, geştyarî, û enerjiyê de û derfeta weberanîn û sermayeguzariyê bo kompaniyên Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “tekez li ser giringiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê hate kirin ku berê biryar li ser hatiye dan û behsa rêkara û proseduran hat kirin daku di paşerojeke nêzîk de were vekirin, ji bo ku bixebite ji bo pêşxistina peywendiyan û alîkariyên hevbeş ên her du aliyan.”

Destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê mijareke din a civîna Nêçîrvan Barzanî û Aliyev bû. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “behsa pêngavên dawiyê yên ji bo geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Baku û Hewlêr-Bexdayê û hin navçeyên din ên Iraqê hate kirin û tekezî li ser hêsankariyan ji bo dana vîzeyan hat kirin.”

Paşê di civîneke din de ku şandinên herdu aliyan û rêkxerê karûbarê Balyozxaneya Iraqê ya li Bakuyê jî têde amade bû, “kanalên peywendiyê û rêkarên şopandina mijarên hevdîtina her du serokan ji bo pêşxistina peywendiyan hatin gotûbêjkirin û biryarên pêwîst derbarê wan de hatin dan.”

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê piştî wê yekê hat, ku Sibata îsal û di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiyabû. Di wê civînê de Aliyev bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwendibû daku serdana Azerbaycanê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst