Cenazeyên 100 qurbaniyên Enfala Barzaniyan dê bo Kurdistanê werine vegerandin

18-07-2022
RÛDAW
Nîşan Enfala Barzaniyan Iraq Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dê cenazeyên 100 qurbaniyên Enfala Barzaniyan werine vegerandine Kurdistanê û bi merasîmekê bên veşartin.

Îro Duşemê 18ê Tîrmeha 2022an Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Adil Mela Salih ji Rûdawê re ragihand, cenazeyên 100 welatiyên Barzanî yên ku di salên 1980yan de ji aliyê rêjîma Beasê ve hatibûn qetilkirin, dê roja 30 Tîrmehê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin û dê bi merasîmekê li Barzan werin veşartin.

Adil Mela Salih got, “Cenazeyên qurbaniyên Enfalê di gorên komî yên li Çola Erer a başûrê Iraqê de bûn û li Bexdayê testa DNAyê hat kirin û hemû rêkar temam bûne û ji bo vegerê amade ne.”

Di 31ê Tîrmeha 1983an de, Komara Iraqê di operasyoneke ser Barzaniyan de 8 hezar kes li Quştepe, Behirkê, Diyana û Herîrê bi zorê xistine kampan û paşê ew birine çolên Iraqê û zindî binaxkirin.

Ew 8 hezar kesên hatin girtin zarok, ciwan û mêrên Barzanî bûn ku temenên wan di navbera 8 û 65 salî de bû.

Piştî sala 2003an cenazeyên 597 Barzaniyan li Çola Ererê hatin dîtin û bo Barzan hatine vegerandin û li wir hatin veşartin.

Seddam Husên di sala 1983an de bi kuştina 8 hezar Barzaniyan dest bi Komkujiya Enfalê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst