HSDê li Dêrazorê manoreke serbazî encam da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) HSD li li bajarokê Hecîn yê Dêrazorê manoreke serbazî encam da.

Encûmena Serbazî ya HSD li Hecînê manorek serbazî li wê bajarokê Dêrazorê encam da û ragihand, ew ji bo rûbirûbna her êrîşeke Tirkiyê li ser bakurê Rojhilatê Sûriyê amade ne.

Serkirdeyên Encûmena Hecîn ya Serbazî gotin, wan hemû amadekariyên xwe yên şer temam kirine û ew ji bo parastina navçeyê amadene.

Encûmenên leşkerî yên ser bi HSDê ve daxuyanî belav krin û ragihand ku wan hemû amadekariyên xwe bo berevanîkirinê kirin.

Weke Encûmena Girê Spî ya HSDê ku gotiye eger Tirkyê êrîş kir dê berevanîke bê mînak li tevaya eniyên şer bibîne.

Di heman demê de encûmên Reqa, Minbic, Dêrazorê, Til Temir û Zirgan jî tekezî  li ser heman mijarê kirin.