Artêşa Sûriyê hêzeke zêde şande Kobanî û Eyn Îsayê

18-07-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Artêşa Sûriyê û HSD li ser rûbirûbûna Tirkiyê li hev kirin
Artêşa Sûriyê û HSD li ser rûbirûbûna Tirkiyê li hev kirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya gefên Tirkiyê yên encamdana operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê de, hevtêgihîştinek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê çêdibe û  li gorî wê lihevtêgihîştinê hikûmeta Şamê hêzên xwe li herêmên Til Rifeet, Minbic, Kobanê û Til Temirê bicih dike.

Di demekê de ku, gefên Tirkiyê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê bêhtir dibin, hêzên artêşa Sûriyê, bi hevahengî û hevtêgihiştin ligel, roj bi rojê li wan naveçeyan, bi taybtî li bajarên Til Rifeet, Minbic, Kobaniyê û Til Temir, bêhtir bicih dibin, bi mebesta rûbirûbûna çi êrîşeke pêşbînîkirî ku, dibe ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bê encamdan.

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriye (PDK-S)ê, vê hevtêgihiştin û lihevkirina navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê bi cihê gumanê dibîne, û wê ne ji berjewendiya gelê Kurd binav dike.

Serkirdeyê PDK-Sê Nafîi Ebdulla dibêje: “Ev lihevkirin li dijî berjewndî û azadiya gelê Sûriyê ye. Herwiha heta niha rejîma Sûriyê jî mafê miletê me nas nekiriye û dibêjin divê ji vê yekê vegerin. Em di wê baweriyê de welatên zilhêz dikarin vê herêmê biparêzin, lewma divê peywendî bi wan re bê danîn. Ev dever li ser destê rejîm û Tirkan nayê parastin.”

Li beramber vê yekê, nerîneke din heye ku, ti rê ji bilî lihevkirineke wiha li pêşiya HSDê nîne, ji bo ku senaryoya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dûbare nebe, bi taybetî piştî naskirina helwesta Amerîka, ku dibe rê li ber êrîşeke Tirkiyê negire.

Şirovekarê siyasî Hisên Omer jî got: “Bi rastî rêyên zêde li ber HSDê nînin. Amerîka eşkere dibêje ku eger êriş were kirin ez nikarim tiştekê bikim. Bi rêya Rûsyayê hêzên Sûriyê li cihên gef li ser hene bêne belavkirin ev dikare, li ber êrişên Tirkiyê bibe kelemek.”

Ev pêşhate di demekê de ne, ku tenê çend demjimêr mane ji bo lidarxistina lûtkeya sêalî ya serokên (Îran, Rûsya û Tirkiyê), li Tehranê, ku dibe sereketirîn mijarên wê lûtkeyê, girêdayî pirsa Sûriyê bin, di nav de jî, mijara operasyona pêşbînîkirî ya Tirkiyê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst