PAK, PSK û TDK-TEVGER Şêx Evdirehîm û hevalên wî bibîr anîn

18-07-2022
RÛDAW
Nîşan Şêx Evdirehîm PAK PSK TDK-TEVGER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîs a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi boneya salvegera şehîdbûna Şêx Evdirehîm û hevalên wî peyameke hevbeş belav kirin û tê de dibêjin: "Bila herkes baş bizanibe li wir pakrewan û fedaiyên doza Kurdistanê li dijî dagirker û îxanetkaran bi canê xwe, bi xwîna xwe dîrok nivîsîn."

PAK, PSK û TDK-TEVGER di peyama xwe bibîranîna Şêx Ebdirehîm û hevalên wî de dibêjin “Bi helwest û sekna xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn têkoşerên Berxwedana Dêrsimê.”

Peyama PAK, PSK û TDK-TEVGER wiha ye:

“Em di salvegera şehadeta têkoşer û pakrewanên doza Kurd û Kurdistanê Şêx Evdirehîm û hevalên wî de, hemû şehîd û canfedayên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin!

Şêx Ebdurehîm, birayê Şêx Seîd e. Şêx Seîd di 8ê sibata 1925an de li Pîranê dibe mêvanê  birayê xwe. Piştî provakasyon û bêrêziya tîmek leşekêrê dewletê, fîşeka pêşî ya bûyera  serhildana 1925an ji aliyê Şêx Ebdurehîm tê teqandin.

Di serhildana 1925an ya Şêx Seîd de, Şêx Evdurehîm serdarê eniya şer ya Maden, Çêrmûg û Erxenî ye. Piştî serhildana 1925 an dişkê, Şêx Evdirehîm û hinek hevalên xwe teslîm nabin û  çend salan berxwedana xwe didomînin. Lê gava îmkanê berxwedanê namîne, ew derbasî  Binxetê, ango Başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin.

Gava qetlîama Dersimê destpé dike , Şex Evdirehim û hevalên xwe yên têkoşer û canfedayên Kurdistanê di 9ê tîrmeha 1937an de derbasî Serxetê, ango Bakurê Kurdistanê dibin. Di nava wan kesan de, Cemîlê Seyda, Selehedînê kurê Seyidxan, Elî Begê Stewrê, Şêx Mizbeh û  egîtên dilpola hebûn.

Şêx Evdirehîm û hevalên xwe dixwazin di hewara xwişk û birayên xwe yên Dersimê de herin.

Piştî derbasî Serxetê dibin, ew xwe dighêjînin deşta Perîşanê ya gundê Seletê ya Bismilê. Li cîhekî li wê derê xwe vedişêrin ku êvarî rêwîtiya xwe bidomînin. Yekî ji nav wan ku navê wî Ziya ye û bi alîkariya hin xwefiroşên deverê îxbara wan têkirin. Di destpêkê de, hinek leşkerên dewletê û çend bekçiyên Sînanê dora wan digrin. Li mintiqa gundê Mîrkulyayê şer dest pê dike û li wê derê Şêx Evdirehîm şehîd dikeve.

Lê hevalên Şêx Evdirehîm jî li wê derê Muxtarê gund dikujin û hedî hedî riya xwe didomînin. Lê piştî demekê, leşkerên alaya Diyarbekir û Mêrdînê jî xwe dighînin cihê bûyerê.

Hevalên Şex Evdirehîm xwe li nav zeviyên genim vedişêrin. Leşker agir berdidin genim û bi çekên giran li wan direşînin. Hinek ji wan di nav geniman de têne şewitandin, hinek ji wan ji aliyê leşkeran ve têne şehîd kirin; hinek ji wan jî, ji wê dorpêçê xelas dibin. Lê mixabin dîsa ji  ber îxanet û îxbaran, ew jî têne şehîd kirin. Eskerên hov yên dewletê, serê gelek kesan jê dikin û laşîn wan jî bi sungûyan kunkunî dikin!

Em bi berxwedan û têkoşîna şehidên xwe serfirazin. Bila herkes baş bizanibe li wir pakrewan û fedaiyên doza Kurdistanê li dijî dagirker û îxanetkaran bi canê xwe, bi xwîna xwe dîrok nivîsîn, Bi helwest û sekna xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn têkoşerên Berxwedana Dêrsimê. Bûn heval û hogirên Elîşêr, zerîfe xanim û Seyid Riza.

Şehîdên Kurdistanê rûmet û hêjajiya herî mezin ya doza Kurdistanê ne. Em Şex Evdirehîm û hevalên wî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tinin û wê her dem di xebat û têkoşîna me de bijîn!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst