Nêçîrvan Barzanî: Elî Qazî herdem di xema yekrêzî, tifaq û yekîtiya gelê xwe de bû

18-07-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Elî Qazî Kelar Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Duşemê cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ji Almanyayê gihîşte Firokexaneya Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya cenazeyê Elî Qazî de got, “Elî Qazî herdem di xema yekrêzî, tifaq û yekîtiya gelê xwe (Kurd) de bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rayedarên payebilind ên Kurdistanê û endamên malbata Qazî di merasima pêşwazîkirina cenazeyê Elî Qazî Mihemed de li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya cenazeyê Elî Qazî de axivî û got, “Elî Qazî herdem di xema yekrêzî, tifaq û yekîtiya gelê xwe (Kurd) de bûye.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku Pêşewa Qazî Mihemed di qonaxeke pir dijwar de rêbertiya gelê xwe kir, herî dawî jî bi camêrî çû ber darê îdamê û di ber gelê xwe de canê xwe feda kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Elî Qazî Mihemed qet ji neteweya xwe dûr neket.”

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raginand, piştî merasîma fermî ya li Firokexaneya Hewlêrê dê cenazeyê Elî Qazî ber bi Kelarê ve bê şandin û li wê derê were veşartin.

Her çend Îran razî bibû ku cenazeyê Elî Qazî li Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê were veşartin jî lê malbata Qazî biryar daye ku cenazeyê Elî Qazî li Kelarê kêleka xwişka xwe were binaxkirin.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja 10ê vê mehê di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst