Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê weke Erzerom, Erzingan, Agirî û Qersê berî Cejna Qurbanê liv û tevgera li firoşgehên ajelan zêde bû.
Li bajarên navborî xwediyên ajelan sibehê zû radibin, heywanên xwe yên qurbanê dibin firoşgehan da ku bifiroşin.
Li firoşgehên ku firoşyar û kiriyar gelek li ber hev didin, bihayê pezê qurbanê di navbera hezar û 3 hezar de, yê dewarên qurbanê jî di navbera 6 hezar û 30 hezarî de ye.
Erzingan
Li Erzinganê Bekir Dabanlioglu yê ku çûye firoşgehê qurbanekê bikire, diyar kir îsal bihayên qurbanan guncav e.
Dabanlioglu da zanîn ku rêza wî ji keda xwediyên ajelan re heye û wiha got, “Li ser bihayekî me li hev kir. Xwedê bixêr bike.”
Agirî
Li Agiriyê li firoşgeha heywanan bazariya tund a di navbera heywandar û kiriyaran de dîmenên rengîn derxistin holê.
Xwediyê ajelan Ercan Kaya diyar kir ajelên wî havînê li zozan çêriyan, zivistanê jî di hundir de hatin alifkirin.
Kaya bal kişand ku ev bi salan e ew qurbanan dişîne parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û got: “90 serî dewarên me hebûn, me 89 jê firotin. Em li benda firotina yên mayîn in. Me qismek ji heywanên xwe jî şandin Stenbolê.”
Erzerom
Li parêzgeha Erzeromê xwediyê ajlena Mehmet Saki diyar kir ku bi nêzîkbûna cejnê liv û tevgera li bazarê jî zêde bû.
Sadi Kahraman ê ku çûye qurbanekê bikire jî diyar kir ku ew dixwaze li gorî budceya xwe heywanekî bikire û erka xwe ya olî bîne cih.
Qers
Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê liv û tevgera Firoşgeha Heywanan a Şaredariya Qersê jî zêde bû.
Xwediyê pez Celal Acay diyar kir li firoşgeha ajelan liv û tevgera zêde bû û ji ber hişkbûna demsalê li gorî salên berê bihayên qurbanan erzantir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse