Li Rojavayê Kurdistanê ‘Peymana Civakî’ ji nû ve tê dariştin

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê dem hatiye danîn ku heta 2 mehan reşnivîsa peymana nû ya civakî were amadekirin. Lê ENKSê dibêje, li gor danûstanên wan bi PYNKê re, pêwîst bû piştî lihevkirinê, peymaneke nû ya civakî were nivîsandin.

Komîteya jinûve dareştina Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, 150 kes ji dezgehên cûda pêk tê. Mijara jinûve nivsandina Peymana Civakî jî yek ji derencamên kongireya Cezîrê û Firat bû ku beriya niha Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) lidarxistibû.

Li gor biryarên wê civîne, ji niha û heya du mehan  divê reşnivîsa peymaneke nû ji civaka Rojavayê Kurdistanê re bê amadekirin.

Fadil Mûsa, parêzer û endamê komîteyê, dibêje, “Siyaseta rêveberiyê ya aborî, rêbazê wê bê xuyakirin, di Peymana Civakî de ji ber ku nêzîkî jiyana milet e, mijarên siyasî jî biryare îdeolojî tê de bi paşde vegere ji ber ku ev peyman ji bo tevaya xelkê ye, ji Kurd û Ereb û Suryanan re ye.”

Xelkê bi vê peymanê ne bihîstiye, di demekê de ku kar ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî jî tê kirin, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) nehatiye vexwendin û beşdar nabe.

Di danûstandinên sala derbasbûyî de herdû alî li ser wê yekê li hev kiribûn, peymaneke nû darêjin lê gotûbêjên derbarê naveroka peymanê de hatibûn paşdexistin û heya niha nehatine kirin.

Nafih Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS), dibêje, “Di nav me û rêveberiyê de mijara hevpeymaniya civakî ya sereke bû, niha ew dugeherînin lê em wê jî qebûl nakin ji ber ku nûneratiya me nake û em nehatine vexwendin, mijara netewî ew red dikin mijara perwerdê û leşkeriya neçar jî heye.”

Peymana Civakî ji bo rêkxistina karûbarên civakî, siyasî û aborî ye û ji 58 xalan pêk tê û sala 2014 ji aliyê Rêveberiya Xweser û partiyên di nav rêveberiyê de hatibû danîn, lê hejmarek ji têbiniyan ji aliyê partiyên derveyî rêveberiyê wek ENKSê û pêşverû li ser hene bi taybet di warê îdeolojî, perwerdê û leşkerî.