Li Dêrsimê bo çalakiyan merc hat danîn

18-07-2021
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji bo meş, xwepêşandan û çalakiyan merca destûrê hat ragihandin.

Walîtiya Dêrsimê ragihand, ji bo civîn, meş, çalakî û xwepêşandanên ku heta mehekê bêne kirin pêwîst e berî wê yekê ji saziyên pêwendîdar destûr bê wergirtin.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, biryara qedexeyê ji bo mehekê ye û 14ê Tebaxa 2021an demjimêr 11:59an bi dawî dibe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi mercê ku berî 48 demjimêran serdan bê kirin ji bo çalakiyên saziyên fermî bi helkefta merasîmên fermî, pîrozbahî û çalakiyên werzişê ên saziyên fermî û bernameyên ku bi armanca zanist û bazirganiyê bêne kirin, pewîst nake destûr bê standin.

Li gor walîtiyê ev biryar, bi armanca “rêgirtina li Coronaya nû û belavbûna nexweşiyê û parastina tendurustiya civakê” hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst