Bi biryara Mesrûr Barzanî 73 milyon dînar bo xwendekarên Şingalê tê xerckirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 73 milyon dînar bo hatin û çûna hejmarek ji xwandekarênqezaya Şingalê hat terxankirin.

Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, bi fermana Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 73 milyon û 100 hezar dînar bo hatin û çûna hejmarek ji xwandekarên Şingalê tê xerckirin.

Li gor wezaretê, ew xwendekarên ku dê alîkariya wan bê kirin, 657 kes in û xwendekarên pola 12 a lîseyê ne ku dê ezmûnên xwe yên dawiyê li parêzgeha Duhokê bikin.

Meha bihorî di bernameya Berpirsyar a Rûdaw TV de behsa zehmetiya rewşa xwendekarên pola 12 a lîseyê li Şingalê hat kirin, ku tevî zexta xwendinê û ezmûnan, neçar in rojane çend demjimêran di navbera malên xwe û xwandingehê de di rê de bin.

Di 16ê Hezîrana 2021 de, Rêveberê perwerdeya Şingalê, Muyeser Hecî beşdarî di bernameya Berpirsyar de kir û got, Alan Heme Seîd, Wezîrê Perwerdeyê li ser xet e jibo çareserkirina pirsgirêka xwendekaran, lê zehmet e kêşeya wan bê çareserkirin.

Muyeser Hecî herwiha diyar kir, Şingal 300 kîlometran ji Duhokê dûr e, pirs bi zehmet digihin xwendekaran, çimku ezmûnên dawiya sale û yên niştimanî zehmet in û weke ezmûnên din nînin.

Salên berê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo xwendekaran hotêl û cihê manê dabîn dikir.

Beşek ji xwendekarên Şingalê, perwerdehî û xwendina wan bi zimanê Kurdî ye, lê di van salên dawiyê de hejmara wan kêm bûye.