Rêxistina PÊL projeyek bo belgekirina binpêkariyên li Serê Kaniyê ragihand

19-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo rêxistina PÊL dest bi projeya “Kanî” ji bo belgekirina binpêkirina grûpên çekdar bo destdanîna ser mal û mulkên welatiyên Kurd li bajarê Serê Kaniyê kir.

Ev rêxistin herwiha dixwaze dokumêntên erd, mal û mulkê welatiyên Kurdî kom bike ji bo ku ji aliyê yasayî ve li dijî kiryarên çekdaran rawestin.

Heta niha dokumêntên 232 malbatên ji Serê Kaniyê hatine qeyidkirin ku çekdaran dest danîne ser mulk û malên wan.

Siyasetmedar Ebdulbaqî Yûsif ji Rûdawê re ragihand, ku “dokumêntkirina mal û mulkê xelkê Serê Kaniyê gelekî girîng e ji bo ku grûpên çekdar nikaribin di pêşerojê de demografya navçeyê biguherin.”

Ebdulbaqî Yûsif herwiha diyar kir, ev pêngav dibe alîkar ku xelk di dema bê de vegerin ser mal û mulkê xwe û got, divê hêzên navdewletî jî zextê bikin ji bo ku çekdar ji nav bajaran derkevin û xelk jî vegerin ser cihên xwe.

Bajarê Serê Kaniyê tevî bajarê Girê Spî ji cotmeha sala 2019an ve piştî êrişa Tirkiyê, di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên girêdayî Enqerê de ne.

Roja 1ê Îlona 2020an, rêxistina PÊL tevî şeş rêxistinên din ên civaka sivîl (NGO) ên Kurdî û Sûrî giliyek di derbarê rewşa xerab a mafên mirovan de li bakurê Sûriyê û navçeyên Kurdî yên ku ketine bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî û herwiha qutkirina ava wêstgeha Elok li ser Hesekê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, aresteyî Netewên Yekbûyî kiribûn.

Serokê Rêxistina Pêl, Ferhad Ehmê wê demê ji Rûdawê re gotibû, di gilînameyê de “me daxwaz li Netewên Yekbûyî kiriye hebûna Tirkiyê li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê weke dagîrkarî bihê naskirin û pê re jî hemû erkên navdewletî ku li ser dagîrker hene, li ser Tirkiyê ferz bike û ji Tirkiyê bixwaze ku rêzê li hemû peymanên navdewletî bigire.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst