Cîhnişînê Ebuzebî cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

18-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîhnişînê Ebuzebî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê îro ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê pêwendiyeke telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ku îro weşandiye, Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Cîhnişînê Ebuzebî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê di vê pêwendiya telefonî de Cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kiriye û ji wî û gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya vê pêwendiya Cîhnişînê Ebuzebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan kiriye û Cejna Qurbanê li wî pîroz kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji bo Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û gelê Îmaratê hêviya bextewerî û pêşkevtinê kiriye û hêvî kiriye, pêwendiyên dostane yên herdu gelên Kurdistan û Îmaratê berdewam bin.

Serokê Herêma Kurdistanê 11ê Hezîrana îsal di serdaneke fermî de çûbû Îmaratê û li Firokexaneya Betîn a Ebuzebiyê bi danîna Ala Kurdistanê pêşwaziyeke germ lê hatibû kirin.

Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de li gel Cîhnişînê Ebuzebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiyabû û herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirin û pêşxistina pêwendiyên navnera Kurdistan û Îmaratê kiribûn.

Îmarat piştî Tirkiye, Îran û Çînê, çaremîn hevbeşê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye û qebareya bazirganiya navbera herdu aliyan di salekê de zêdetirî 1 milyar dolar e.

Herwiha Îmarat di hilberîna li Herêma Kurdistanê de çalak e û 120 kompaniyên vî welatî li Herêma Kurdistanê kar dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst