Nexweşxaneya Afrîn: Vekirina goristanê dûrî bihayên exlaqî û mirovî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneya Afrîn ragihand gora bikom a ku hate vekirin 73 termên xelkên Efrînê tê de bûn û tekez kir, “vekirina goristanê dûrî bihayên exlaqî û mirovî ye.”

Nexweşxaneya Afrîn derbarê goristana li Efrînê ku Tirkiye dibêje, “gora bikom e” daxuyaniyek belav kir.

Li gor wê daxuyaniyê, di dema êrîşa Tirkiyê de li ser Efrînê gelek welatiyan canên xwe jidest dan û wê demê Rêveberiya Xweser bi sedema topbarana giran nikarîbû wan li goristana şehîdan binax bike.

Nexweşxaneya Afrîn diyar dike, Rêveberiya Xweser ji ber êrişên giran  neçar bû ku wan li navenda bajar li nêzîkî nexweşxaneyê veşêre, ku ew 73 term bûn, di nav wan de zarok û sivîl hebûn.

Li ser vekirina wê gorê û nîşandana wê wek “gora bikom” jî di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Karê Tirkiyê derbarê ji nûvekirina wê goristanê dûrî bihayên exlaqî û mirovî ye û hewlek e ji bo têkdana wêneyê Rêveberiya Xweser û navûdengê wê.”

Tirkiyê ku li gel grûpên çekdar dest bi ser Efrînê de girtiye, berî çend rojan ragihandibû ku li navenda bajarê Efrînê goreke bikom hatiye dîtin û li ser wê gorê YPG tometbar kiribû.

Şahidhalekî goristana Efrînê îdiayên Tirkiyê ragihandibû li navenda Efrînê goreke bikom hatiye dîtin, red kir û got: “Min bi destê xwe ew şervan û sivîl veşartin.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, bêyî ku tu zanyarî û hûrgiliyan bide, ev yek wekî tawaneke PKK-YPGê nîşan dabû. Medyaya ser bi opozisyona Sûriyê jî ew goristan wek “goristaneke bikom” bi nav kiribû.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efîrnê Ibrahîm Şêxo gotibû: “Em wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin, ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî wê di sala 2018an de ji ber ku xelkê nekarin miriyên xwe li cihekê din veşêrin, hate vekirin. Ew ne goreke bi komî ye, têde herkes hatine veşartin.”

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî li ser van îddîayên Tirkiyê peyameke vîdyoyî belav kir û zanyarî derbarê goristanê de û got: “Dema ku artêşa Tirkiyê nêzikî Efrînê bû, ew goristan li navenda bajarê Efrînê hate avakirin. Di goristanê de 71 cenazeyên şehîdan hene yên ku di encama êriş û topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê de şehîd bûne. Di nav de 14 cenaze yên şervanên YPGê ne, 12 cenaze yên şervanên YPJê ne, 5 ên endamên Asayîşê ne, 3 cenaze yên Cebhet El-Ekrad in, cenzeyek ê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ye, 5 cenaze yên sivîlan in ku nasnameyên wan tê naskirin, 31 cenaze yên şervan û sivîlan in ku hîn nasnameyên wan nehatine naskirin.”