Li Şemzînanê mayînek bi wesayîta leşkerî ve teqiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerên Tirkiyê teqînek çê bû û di encamê de 2 leşker û cerdevanek jî birîndar bû.

Teqîn li ser rêya gundê Bêdewê li navçeya Şemzînanê çê bû. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de mayînek hatiye teqandin.

Her li gor zanyariyên wê ajansê di encama teqînê de 2 serbaz û cerdevanek birîndar bûn û ew birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hatine veguhastin.

Herwiha hatiye belavkirin ku serbazên Tirkiyê li wê devera teqînê lê rû daye, operasyonek dane destpêkirin.