18 Photos
Bazarî Babulsera li Mûsilê wî bajarî yek ji bazarên herî bi nav û denge niha tevgera kirîn û firotinê dest pê kiriye. Xelkê Mûsilê dinêjin “eger tu biçî Mûsilê û serdana Bazara Babûlsera nekî, nebêje ez çûma Mûsilê”.
Piştî rizgrkirina Mûsilê ji destê DAIŞê û vegera koçberên wî bazarî, dikanên wê bazarê hêdî hêdî vedibin û xelk jî vedigre ser karûbarên xwe.
Bazara Babûlserayê dikeve navenda bajarê Mûsilê û yek jî bazarên herî kevn a wî bajarî ye.
Wêne: Bilind Tahir / Rûdaw