Parlamenterekî HDPê îstîfa kir

18-07-2020
RÛDAW
Nîşan Tuma Çelîk Mêrdîn Kurd Suryanî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tuma Çelîk daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wî ji partiya xwe îstîfa kiriye.

Tuma Çelîk di wê daxuyaniya xwe de diyar kiriye, ew bi şêwazên cuda hatiye tohmetbarkirin û gef lê hatine xwarin û gotiye, “Li gel vê yekê jinekê li dijî min dest bi tohmet û şantajan kir. Partiya min ji bo lêkolînkirina vê mijarê bi min û wê jinê re gelek caran civiya.”

Ew parlamenterê HDPê dibêje, salek piştî bûyerê wê jinê li dozgeriyê jî gilî li dijî wî tomar kiriye û ew fezlekeya ji aliyê dozgeriyê ve têêkildarî wê bûyerê derbarê wî de hatibû amadekirin gihiştiye parlamentoyê û weke yek ji mijarên civîna komîsyonê ya roja 22.07.2020 hatiye diyarkirin.

Tuma Çelîk dibêje, ew fezleke li ser beyanên şaş hatiye pêkanîn û bi armancên siyasî bi awayekî lez û bez şandine bo komîsyonê.

Herwiha Tuma Çelîk diyar dike, bi mebesta bi hişmendiya ku ew bûyer dê veguhere plangêriyeke siyasî wî daxuyanî belav kiriye û her ji ber vê sedemê jî ji bo ku zirar negihije partiya wî û ev îddîa neyê suîstîmalkirin, biryar daye ji HDPê îstîfa bike.

Her di wê daxuyaniyê de Çelîk piştrastbûna xwe derbarê azadkirina xwe ji wê dosyeyê der biriye, bi mercê “eger darizandineke dadperwerane hebe.”

Tuma Çelîk ku Suryanî ye di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an li Mêrdînê li ser lîsta HDPê bûbû parlamenter.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst