ROJAVA - Li kampa Holê ala DAIŞê hate bilindkirin

19-07-2019
RÛDAW
Rêveberiya kampê û hêzên asayişê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Rêveberiya kampê û hêzên asayişê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Nîşan Rojava Kurdistan Heseke Kampa Holê DAIŞ UNICEF Ala DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek aware û girtiyên DAIŞê yên li Kampa Holê ala DAIŞê di nav kampê de bilind kirin.

 

Li gor zanyariyan, du roj berî niha ji aliyê hejmarek DAIŞiyên li nav kampa Holê ve ya li Rojavayê Kurdistanê, ala rêxistina terorîstî ya DAIŞê hatibû bilindkirin.

 

Li gor wêne û dîmenên vîdeoyî yên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, ala DAIŞê li ser stûneke elektîrkê ya li nav kampê hatiye danîn.

 

Piştî ku rêveberiya kampê û hêzên ewlehiya kampê ji bûyerê haydar dibin, hêzên asayişê wê ala DAIŞê tînin xwarê û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.

 

Kampa Holê ya koçberan, 40 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê. Piraniya akinciyên kampê çekdarên girtî, jin û zarokên DAIŞê ne.

 

Rojane jinên DAIŞê tevlîhevî û aloziyan li nav kampê çêdikin, di dema dawî de alaya DAIŞê jî di nav kampê de hat bilindkirin.

 

Herwiha zarokên DAIŞê jî di rewşeke gelekî xirab de dijîn. Di vê derbarê de berpirsên UNICEFê daxwaz dikin ku ew zarok vegerin welatên xwe daku di zûtirîn dem de ji hizr û perwerdeya DAIŞê rizgar bibin.

 

Nûnerê UNICEFê li Sûriyê Fran Equiza dibêje: "Wiha diyar dibe ku rewş li kampê aloz e, ne cihekî asan e wek tê xwestin, otomobîlên me rûbirûyê avêtina keviran bûn, xelkê êrîşî me kir, bi qotîkên tunan êrîş kirin, dixwazin çadiran jinav bibin, herwiha endamên Asayîşa kampê rûbirûyê lêdana bi kêran bûn, berî du rojan ala DAIŞê li nav kampê hat bilindkirin, rewş gelekî xirab e."

 

Zarokên DAIŞê di nav şer de ji dayik bûne, herwiha fêrî perwerdeya tundûtîjiyê bûne. Bi nerîna berpirsên UNICEFê divê ew zarok vegerin welatên xwe û sîstemek taybet a perwerde û xwendinê ji wan re peyda bibe , daku vegerin jiyaneke asayî û tevlî civaka normal bibin.

 

Li ser vê mijarê jî Fran Equiza got: "Em ji welatan dixwazin ku zarokên xwe vegerînin û wan di rewşeke cuda de xwedî bikin. Eger tu dipirsî, bila ev zarok li nav kampê xwedî binin û mezin bibin? Tevî hemû xebatên me , ev tiştekî sînordar e. Lewra çiqas ev zarok zû ji kampê derkevin û biçin cihekî ku piştîvaniyê lê bibînin baştir dibe. Çiqas zû biçin nav civak, malbat û welatên xwe baştir dibe, daku ji rewşa berê rizgar bibin."

 

Kampa Holê berî şerê Baxozê yê rojhilatê Dêre Zora Sûriyê û bidawîbûna DAIŞê nêzîkê 15 hezar koçber lê hebûn, lê anîna çekdarên DAIŞê ên dîlgirtî û jin û zarokên wan, wiha kir ku hejmara akinciyên kampê ji 70 hezar kesan derbas bibe, ji sedî 90 jin û zarok in, 20 hezar zarok Sûrî ne, 9 hezar jî Iraqî ne û yên din ji 62 welatên biyanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst