Encûmena Sûriyeya Demokratîk karê danûstandinê dike

18-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Encûmena Sûriya Demorkatîk Hikûmeta Sûrî
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Heya niha hikûmeta Sûriyê bi ti awayekî derbarê destpêkirina danûstandinan de bersiva daxuyaniyên berpirsên Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriya Demorkatîk ne daye. Behsa danûstandinan tê kirin, lê ne hikûmet ne jî Rêveberiya Xweser wê yekê eşkere nakin.

 

Encûmena Sûriyeya Demokratîk wek nûnertiya siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi erkê danûstandinên siyasî radibe. Vêca ew danûstandin ligel her aliyekî, hikûmeta Sûriyê jî ligel.

 

Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb da xuyakirin ku ew ê dest bi danûstandinên berfereh bikin ligel tevahiya aliyên Sûrî.

 

Hîkmet Hebîb wiha axifî: “Encûmena Sûriyeya Demokratîk nûneratiya siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike. Di qonaxa dahatû de lêvegereke siyasî li Rêveberiyên Xweser û Encûmenên Xwecihî yên Demokratîk tê zêdekirin. Niha belgenameyeke siyasî heye ku piştrast dike Encûmena Sûriyeya Demokratîk dê aliyê danûstandkar be çi ligel rejîmê yan her aliyekî niştimanî yên din be."

 

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji Rûdawê re got, beşek ji opozisyona Sûriyê ku li Tirkiyê bicîh bûye, bo danûstandinan hatiye vexwendin lê Tirkiye razî nebûye. Lê dibêje konferanseke du rojî saz kirine û ji hemû partî û parêzgehên Sûriyê mêvanên wan hebûn.

 

Îlham Ehmed wiha axifî: “Piştî vê konferansê, em di diyalogeke du rojî de amade bûn û ji hemû parêzgehên Sûriyê mêvanên me hebûn. Herwiha ji opozisyon û partiyên din. Ev diyaloga han tekezê li ser sedemên wê krîzê dike ka çawa derketiye û herwiha çareseriyek jî bo krîzê."

 

Hikûmeta Esed beşa herî zêde ya deverên naverast û başûrê welat ji destê grûpên çekdar derxistiye û beşa zêde ya bakur û rojhilat jî di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

 

Herçiqas ew lêvegera siyasî ya ku Encûmena Sûriyeya Demokratî bo danûstandinê pêk aniye ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, lê encûmen dixwaze bi rêya danûstandin û hevahengiyê krîza 7 salan a Sûriyê ligel hemû aliyên din çareser bike, niha jî top di meydana hikûmeta Sûriyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst