Gola Nemrûdê geştyaran heyirî dihêle

18-07-2018
RÛDAW
Gola Nemrûdê
Gola Nemrûdê
Nîşan Gola Nemrûdê Kreter Bidlîs Tetwan
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  Li Bakurê Kurdistanê dema rewş hinek aram dibe hejmara geştyarên xumalî û yên ji derve yên ku tên ziyareta herêmê jî zêde dibin. Yek ji rawestgehên girîng ên geştyaran, Gola Krater Nemrûdê ya li navçeya Tetwana Bidlîsê ye.

 

Gola Krater Nemrûdê bilindahiya wê ji behrê 2 hezar û 250 mrtro ye û herwiha mezintirîn gola krater a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Li eê derê ligel bedewiyên xwezayê, golên ava sar û ava germ, şikefta cemedê û çend coreyên balindeyan hene.


Nemrut Krater Gölü'ne ziyaretçi akını



Bi xwezaya xwe ya newaze û dîmenê xwe yê bêhempa Nemrûd, ziyaretvanên xwe heyirî dihêle.



Ziyaretvan bi şîrketên tûrê diçon dîtina Nemrûda xwedî "Xelata Newazetiyê" ku di çarçoveya projeya "Destînasyonên Bijarte yên Ewropayê (EDEN) de hatibû dayîn û ji xwe re wêneyên vê xweza û bergeha bedew dikişînin.





Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Bidlîsê Ramazan Gencan diyar kir ku bedewiya xwezaya herêmê bala geştyarên xumalî û dereke dikişîne.



Ramazan Gencan diyar kir ku bi taybetî di çend mehên dawiyê de gelek geştyarên biyanî bi karavanayên xwe tên dîtina Gola Krater Nemrûdê û wiha pê da çû: “Bi taybetî li bajaran û di tûrîzma xumalî de eleqe pir zêde ye. Ev yek karîgeriyê li geştariya dereke jî dike. Operatorên geştyariyê û acenteyên me dixwazin werin û bedewiya Gola Wanê û herwiha Gola Krater Nemrûdê bibînin û kewş bikin. Piştî ku rûdanên nexweş neman û aramî û ewlehî hat pêkanîn, biyanî jî tên herêma me.”





Gencan bal kişand ku Nemrûd bala geştyarên Ewropayî dikişîne û wiha dewam kir: “Geştyarên biyanî ligel malbatên xwe tên dîtina vê xezîneya ku di dinyayê de gola herî mezin a krater a duyemîn e. Vê demê roj bi roj hejmara ziyaretvanên me zêde dibe. Em timî ligel şîrketên tûran di peywendiyê de ne. Bi taybetî şîrketên mezin ên li Enqere û Stenbolê ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tûran li dar dixin. Li herêma me bedewiyên îstisna hene ku divê bên dîtin. Heger însan xwe ewle û aram hîs bikin, dê bixwazin werin û van deran bibînin. Di vê axiriyê da me ev yek pêk anî.”






Papatya Karahana ji bajarê Muglayê ku çûye dîtina Gola Krater Nemrûdê, diyar kir ku ev cara yekemîn e ku ew diçe Tetwanê û bal kişand ku Nemrûd ciyekî newaze ye.





Karahan wiha axivî: “Ciyekî pir cuda û xweş e. Ji me ra ecêb hat. Mesafe hinekî dûr e, lêbelê mirov dikare bi balafirê jî were.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst