Li Kerkûkê çend teqîn qewimîn!
Hewlêr (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li Kerkûkê li çend cihên cuda li pey hev çend teqîn qewimîn.
Peyamnêrê me eşkere kir ku teqîn li Şorce, li ser rêya Bexda, cadeya Quds û Hîsabat rûdane. Herwiha îşev du topên hawên li nêzîkî nexweşxaneya zarokan a Kerkûkê ketine xwarê û pênc kes birîndar bûne.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama hemû teqînan de 11 kes birîndar bûn.
Endamê Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawêre ragihand: “Wesayîtek di nav qerebalixê re derbas bûye û bombe û narincok avêtine. Piraniya teqînên vê şevê bi vê rêyê hatine encamdan.”
Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li Kerkûkê li dijî "wan terorîstan" dest bi lêgerîneke berfireh kiriye ku sê bombeyên deng li ser rêya Rehîmawa – Şorîsce teqandine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku sê bombeyên vedayî li ser rêya Bexda hatine teqandin û di encama teqînan de xelkê sivîl birîndar bûne.