Çekdarên bi maske di dema xwarinê de malek şelandin
Kerkûk (Rûdaw) – Li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê, 7 çekdarên ku xwe weke hêzên ewlekariyê nasandin, bi ser malekê de girtin û hewldan kurê malê birevînin. Çekdaran 7 milyon dînarê wê male jî dizîn.
Xwediyê male Sedam Sabir ji Rûdawê re ragihand: “Di dema xwarinê de 7 çekdar hatine ser male. Xwe weke hêzên ewlekariyê dane naskirin û gotin ku di male de madeyên hişbir hene û ew hatine lê bigerin. Em 7 kes in, destê me hemûyan girêdan û gotin ewger hûn bilivin emê we bikujin.”
Di dema çûnê de çekdaran hewldane kurê malê yê bi navê Şivan birevînin. Lê li ber derî rastî nerazîbûna nîştevihên taxê tên û Şivan berdidin.
Derbarê bûyerê de Şivan Sedam jî got: “Xwîşka min a biçûk digiriya. Ji me re gotin, ku eger ew bêdeng nebe emê we bikujin. Paşî xwestin min birevînin. Du otomobîl li kolanê bûn, nekarîn derbikevin. Paşî ez hiştim û bi lez çûn.”
Hêzên Polîsê Kerkûkê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine. Guman tê kirin, ku destê kesên nêzîkî malbatê di vê bûyerê de hebe.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamîl Weys diyar kir: “Otomobîleke cam reş ê cure Nîsan li gel çekdaran bûye. Diyare di pêş de zanyariyên wan derbarê male de hebin. Dibe nasên malbatê jî bin. Bûyerên bi vî awayî zû bi zû eşkere nabin, ji bo zelalkkirina rewşê dem pêwîst e.”
Di heyama 45 rojan de li Kekrûkê 24 bûyerên dizîkirinê hatine tomarkirin. Herwiha ji ber dizîkirinê 10 kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.