Guman heye ku kuştina 5 welatiyên ji Kerkûkê tolhildan be

18-07-2017
RÛDAW
Tê gotin, çekdarên ku ketibûn gund, weke ku bi taybetî ji bo wan kesan hatibûn
Tê gotin, çekdarên ku ketibûn gund, weke ku bi taybetî ji bo wan kesan hatibûn
Nîşan Kerkûk Dûbiz Çirax çekdar welatî kuştin tolhildan
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Îro nêzîkî 15 çekdaran êriş kirin ser gundê Çirax ê ser bi bajarokê Dûbiz ê li rojavayê Kerkûkê û pênc niştecihên gund kuştin. Ji wan kuştiyan, du kes serê wan hatibû jêkirin û li ser sê kesan jî gule hatibûn reşandin.

 

Welatiyekî ji gundê Çirax diyar kir, çekdaran weke ku bi taybetî ji bo wan malan hatibûn, li xaniyên din negeriyan, ji ber vê yekê diyar e çavsaxên wan (rênîşander) li gel wan bûn.

 

Çekdaran beriya ku ji gund derkevin, pênc bombe di nav wan malan de hiştibûn. Hêzên Ewlehiyê 3 bombe îmha kirin û du bombeyên din jî teqiyan. Yek ji wan di nav mala melayê gund de bû û yek jî li mala ji wan kesên ku serê wan hatibû jêkirin bû.

 

Rêveberê Polîsê Navçe û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand: “Beriya niha di navbera gundê Çirax û gundekî din de bûyerek qewimîbû û du kes hatibûn kuştin. Gelek pirsgirêk hene. Em nikarin tiştekî din bibêjin. Lê me delîlekî baş bi dest xistiye.”

 

Guman li ser Heşda Şeibî û DAIŞê heye. DAIŞ 10 kîlometre dûrî gund e.

 

Lê bûyereke din jî heye ku guman dixe ser şîeyan. Di sala 2014an de niştecihên gundê Çirax êriş kirine ser gundê Meyselonî ku niştecihên wî şîe ne û çend kesan kuştine. Di navbera her du gundan de tenê kîlometreyek heye. Piştî nêzîkî sê salan,ji aliyê hin kesan ve, ji gundê Çiraxê jî pênc kes hatine birin, li heman gund û li cihê kuştina şîeyan, ew welatî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst