2 xort di Çemê Êlihê de winda bûn

18-07-2017
RÛDAW
Wêne: DHA
Wêne: DHA
Nîşan Êlih xort çem windabûn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – 2 xortên bi navê Ercan Eripek û Serkan Kurun di nav Çemê Malabadê yê li Êlihê de winda bûn.

 

Sê xortên bi navên Ercan Eripek ku 15 salî ye, Serkan Kurun ku 17 salî ye û Emrullah Eripek ku 16 salî ye, ji bo masiyan çûn Çemê Malabadê yê Êlihê.

 

Her sê xort di dema zeftkirina masiyan de lingên wan şiqitîne û ketine ber avê.

 

Xortê bi navê Emrullah Eripek xwe ji avê rizgar kiriye, lê Ercan Eripek û Serkan Kurun di nav avê de winda bûne.

 

Emrullah Eripek bang li welatiyên derdorê kiriye û welatiyan jî gazî polîs û ambulansan kirine.

 

Ji ber ku tîma pispor ên lêgerîn û rizgarkirinê li bajarê Êlihê tinebûye, hin welatiyan dest bi lêgerîn û rizgarkirina xortan kirine.

 

Osman Eripek ku bavê Ercan Eripek e, ji ber nebûna tîma pispor a rizgarkirinê bertek nîşan da û got: “Bi saetan e em nikarin du xortên ku di nav avê de winda bûne bibînin. Welatî ketin avê, lê hêj nedîtin. Em li benda polîsên pispor ên melevaniyê yên Bedlîs û Tetwanê ne. Ev ji bo Êlihê şerm e.”

 

Xizmên xortên ku li Çemê Malabadê winda bûn, ji bo lêgerîn û rizgarkirinê li benda tîma pispor in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst