Xirwatistan: Pêşmerge bi şûna hemû cîhanê şer dike

18-07-2015
RÛDAW
Nîşan Xirwatistan Kurdistan
A+ A-

Zagreb (Rûdaw)- Hikûmeta Xirwatistanê tekez kir ku ewê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge berdewam bin û ragihand ku, piştgiriya bo Kurdistanê alîkariya hemû cîhanê ye.

Li paytexta Kroatiayê Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Xirwatistan Vesna Pusich pêşwazî li Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa kir.

Vesna Pusich ragihand: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin li ser pêşwaziya li wê hejmara mezin ya penaber û koçberan. Herwiha em piştevaniya mirozî bo Herêma Kurdistanê dikin.”

Pusich wiha got: “Emê li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Dema em piştgiriya Kurdistanê dikin, wê demê em ne tenê piştevaniya wê dikin, lê belê em alîkariya hemû cîhanê dikin, ji ber ku Pêşmerge bi nûneratiya cîhanê şer dike.”

Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa bi navê hikûmet û gelê Kurdistanê spasiya Hikûmeta Xirwatistan kir ji ber piştgiriya li Hêzên Pêşmerge û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçber û penaberan.

Felah Mistefa armanca serdana xwe bo wî welatî diyar kir, ku Hikûmeta Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe ligel Xirwatistan di warê siyasî, aborî, perwerde û kultûrî de bihêztir bike. Herwiha daxwaz alîkariyê jî kir bo dermankirina pêşmergeyên birîndar û ew kesên ku ji destê DAIŞê reviyane û pêwîstiya wan bi alîkariya derûnî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst