Li Rihayê xezal bi saya hişê çêkirî tên hejmartin

18-06-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Xezal Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, xezalên di bin parastinê de bi saya hişê çêkirî tên hejmartin.

Li ser eraziyê Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Wezareta Çandinî û Daristanê li Qada Parastina Ajelên Kovî ya Kizilkuyuyê gelek ajelên kovî tên parastin.

Di qada ku 15 hezar û 337 hektar e, bi taybetî xezal tên parastin.

Tîmên Rêveberiya Herêma 3yemîn a Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ji bo parastin û populasyona xezalan xwebatên xwe didomînin.

Xezal 24 saetan tên şopandin

Rêvebirê Şaxa Rihayê ya Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê Onur Înan diyar kir ku xezalên di bin parastinê de 24 saetan tên şopandin.

Onur Înan da zanîn ku li Qada Parastina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê li gorî daneyên sala 2023yan 434 xezalên li çolê serbest digerin tesbît kirine û li Stasyona Zêdekirina Xezalan jî 290 xezalên mezin bûne, hene.

Înan destnîşan kir bi projeyekê xezalên di bin parastinê de bi saya hişê çêkirî tên hejmartin û wiha got:

"Bi projeyê em ji jor de bi dronê wêne û vîdeoyan dikişînin.

Em wêne û vîdeoyên tên hildan jî bi saya hişê çêkirî hejmara wan tesbît dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst