Li Rihayê kelekela havînê ye: Termometre 48 pileyan nîşan dide

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê kelekela havînê ye  û germa zêde bûye.

Îro termometreyan 48 pile nîşan da.

Li Rihayê ji ber germa û kelekela havînê kuçe û kolan vala dimînin.

Li bajêrê ku germa havînê zêde ye, termometreyan îro 48 pile nîşan da.

Welatî ji ber germa zêde berê xwe didin cihên sî û hêşînahî lê hene.

Geştyarên diçin bajêr jî piranî diçin derdora Gola Masiyan.