Çima mamosteyên Kurdî beşa xwe diguherin?

18-06-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Dersa Kurdî Mamoste Tayînkirin Beşguhertin Pirsgirêk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heta sala 2022yan 45 mamosteyên Kurdî beşa xwe guheriye û 10 mamoste jî ji mamostetiyê derbasî karmendiya fermî bûne yan jî wan dest bi kar nekiriye.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2012 û 2024an de bi tevahî 199 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin ku 153 ji wan mamosteyên Kurmancî û 46 ji wan jî mamosteyên Kirmanckî ne.

Lê heta sala 2022yan 45an ji wan dev ji mamostetiya Kurdî berdaye.

Parlamenterê Partiya DEVAyê yê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen, mijar ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê pirsî û bersiva wezaretê ji Rûdawê re şand.

Mehmet Emîn Ekmen bal kişand ser pirsgirêkên mamosteyên Kurdî û got:

“Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên mamosteyên Kurdî û dersa nemecbûrî ya Kurdî dixebitin.”

199 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin

Wezaretê di bersiva xwe ya di Sibata 2024an wiha gotiye:

“Di deh salên dawî de 147 mamosteyên Kurmancî û 42 mamosteyên Kirmanckî bi tevahî 189 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.”

Gulana îsal jî 6 mamosteyên Kurmancî û 4ên Kirmancî bi tevahî 10 mamosteyên din hatibûn tayînkirin û hejmara bi giştî ya mamosteyên Kurdî yên tayînkirî gihiştibû 199an.

55 mamosteyan dev ji mamostetiya Kurdî berdaye

Li gorî bersiva wezaretê, heta sala 2022yan 36 mamosteyên Kurmancî û 9 mamosteyên Kirmanckî beşa xwe guheriye û derbasî mamostetiya beşên din bûne.

Herwiha ji 10 mamosteyên ku hatine tayînkirin jî hinekan dest bi kar nekiriye û hinek jî derbasî karekî din ê fermî bûne.

Li gorî bersiva wezaretê, ji bilî 10 mamosteyên ku Gulana 2024an hatine tayînkirin 104 mamosteyên Kurmancî û 30 mamosteyên Kirmanckî bi tevahî 134 mamosteyên Kurdî yên tayînkirî hene û niha li dibistanan mamostetiya Kurdî dikin.

110 Kurmancî, 34 Kirmanckî

Li gel 10 mamosteyên ku Gulanê hatine tayînkirin hejmara mamosteyên Kurmancî yên tayînkirî 110 e û hejmara mamosteyên Kirmancî yên tayînkirî 34 e.

Mamoste û çalakvanê zimanê Kurdî Hudaî Morsumbul derbarê beşguhertina mamosteyên Kurdî ji Rûdawê axivî.

Morsumbul anî zimên ku mamosteyên Kurdî ji ber pirsgirêkan beşa xwe diguherin û derbasî beşên wekî zimanê Tirkî û zanistên civakî dibin.

Yek ji sedemên sereke helwesta midûran e

Morsumbul da zanîn ku yek ji sedemên herî gîrîng ên ku mamosteyên Kurdî beşa xwe diguherin helwesta midûrên dibistanan a li hemberî dersên Kurdî ye.

Hudaî Morsumbul got ku rêvebir dersan kêm dikin û naxwazin dersên Kurdî bên dayîn û pê de çû:

“Dema li dibistanekê dersên nemecbûrî yên Kurdî yên heftane kemî 15 saetan bin li wê dibistanê pêwîstî bi mamosteyê Kurdî namîne.

Wê demê yan mamosteyan tayînî cihekî din dikin an jî mamoste beşa xwe diguherin.

Kêmbûna dersên Kurdî sedema sereke ye ku mamosteyên Kurdî beşa xwe diguherin.

Herwiha mamosteyên ku dixwazin ji bajarên biçûk an bajarokan biçin bajarên mezin dema li bajarên mezin kadro nebin ji neçarî beşa xwe diguherin da ku biçin li bajarekî mezin bijîn.”

Çend xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye?

Morsumbul li ser hilbijartina dersên Kurdî jî ev amar dan:

“Her çiqasî bi awayê fermî nehatiye ragihandin jî li gor lêkolîna me, ji bo sala 2024-2025an 26 hezar xwendekaran dersa Kurmancî û 7 hezar xwendekaran jî dersa Kirmanckî hilbijartiye.

Dema mirov li gorî hejmara şêniyan binirxîne herî zêde li Çewlîg, Mêrdîn û Êlihê xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.”

Morsumbul dawiyê destnîşan kir ku ji bo zêdekirina hilbijartina dersa Kurdî razîkirina midûrên dibistanan ji razîkirina malbatan girîngtir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst