Li Semsûrê qeza: Mirî û birîndar hene

18-06-2024
Nîşan Semsûr Qeza Mirî Birîndar Gezîcî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, derengê şeva borî otomobîlek wergeriya, di vê qezayê de kesek mir û 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Kolik û Siwêregê li nêzîkê gundê Alûtê yê Kolikê otomobîla ku ajokarê wê B.O. bû ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 7 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Esmer Ozdemîra 34 salî ya ku birînên wê giran bûn li nexweşxaneyê mir.

Tedawiya her 6 kesên din jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst