2 kesên ku êrîşî Sînan Aygul kiribûn bi biryara dadgehê hatin girtin

18-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tetwan Sînan Aygul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pasevanên Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî yên ku êrîşî rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul kiribûn, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ku ji ber nûçeyên gendeliyê gelek caran hatiye desteserkirin, duh Şemiyê li navçeya Tetwanê ya Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysali yên pasevanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşê hat.

Di vîdeoya ku derbarê kêliyên lêdana Aygul hatiye belavkirin de tê dîtin ku dema Aygul dimeşe kesek bi bez tê paşve nêzîkî wî dibe û dest bi lêdana wî dike. Dema ku êrîş berdewam dike kesek hewl dide Aygul rizgar bike lê polîs Engîn Kaplan ê ku demançe pê re ye wî kesî bi tundî ji wê derê dûr dixe.

Rojnameger Sînan Aygul ê ku agahî dane Rûdawê girtina wan her du kesan piştrast kir û diyar kir ku Engîn Kaplan û Yucel Baysali yên ku êrîşî wî kirine, hatine girtin.

Baysali û Kaplan piştî karên li Rêveberiya Ewlekariyê îro ji bo dadgehê hatibûn şandin.

Baysali û Kaplan ên piştî ku îfadeya xwe dane dozgeriyê û ji bo dadgerê nobedar hatibûn şandin, bi tohmeta “bi zanebûnî birîndarkirina bi çek” hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst