Mesrûr Barzanî: Divê neyarên Kurdistanê yên li Iraqê dersê ji demên berê werbigirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, her dem hewla xirabkirina çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî got, “Divê neyarên Kurdistanê yên li Iraqê dersê ji demên berê werbigirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 18ê Hezîrana 2023an di konferansa “Kurdistan, Landika Pêkvejiyana Aştiyane” de ku ji aliyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ve hatibû sazkirin axivî û ragihand ku ji bo parastin û xizmetkirina Herêma Kurdistanê pêwîstî bi rênimayiyên mamosteyên olî heye.

Mesrûr Barzanî di beşeke gotara xwe de anî ziman, “Me gelek lihevkirin ji bo avakirina Iraqeke federal û demokratîk kirin, me bi hemû hêza xwe hewl da Iraqeke nû ava bibe ku tê de hemû pêkhate hest bi hebûna xwe û maf û taybetmendiyên xwe bikin lê em dibînin ku ew prose hêdî hêdî ji rêçika xwe derdive û Iraq ber bi aliyekî ve tê birin dibe ku bi ezmûnên tal ên rabirdûyê re rûbirû bimîne.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, “Hewl tê dayîn li Iraqê mafên me yên destûrî bên binpêkirin. Divê neyarên Kurdistanê yên li Iraqê dersê ji demên berê werbigirin.”