Ava Ellokê hêj negihîştiye Til Temirê

18-06-2023
Loloxan
Nîşan Ava Ellokê Heseke Serê Kaniyê Til Temir Grûpê Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîka mehekê qutbûna ava Santrala Ellok ya li navçeya Serê Kaniyê ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, heta niha av negihiştiye bajarokê Til Temirê ku boriya avê ya sereke tê re derbas dibe. Herwiha av negihiştiye hinek taxên bajêr jî.

Hevserokê Rêveberiya Ava Bajarê Hesekê Îsa Yûnis ragihand ku gehiştina ava Sentrala Ellok bo nav bajarê Hesekê gelekî lawaz e, di demekê de ku heta niha av negihiştiye bajarokê Til Temir ê 35 kîlometre li bakurê rojavayê Hesekê. Yûnis dibêje, ew bajarokê Til Temir wek taxekê ji taxên Hesekê dibînin.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Heseke ji Rûdawê re eşkere kir ku tenê yekdemjimêr ava Santrala Ellok gehiştiye taxa wan û çend taxên cîran lê aveke pîs bû û piştre av qut bûye.

Îsa Yûnis hewara xwe dighîne aliyên peywendîdar wek UNICEF û Xaça Sor a Navdewletî daku guşarê bixin ser hikûmeta Tirkiyê û rêkeftina taybet bi ava Santrala Ellok cîbicîh bike.

Hevserokê Rêveberiya Ava Bajarê Hesekê da zanîn ku niha ji dêvla 4-5 pampên Santrala Ellok kar bikin daku di navbera 8 heta 10 demjimêran de depoyên Hemme li başûrê bajarê Hesekê tejî bibin, lê niha tenê 2 pompe kar dikin, lewra her 48 demjimêran ew depo tejî dibin û di encam de aveke gelekî kêm digihe taxên bajar û hinek tax jî av nagihe wan.

Cotmeha sala 2019an, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê navçeya Serê Kaniyê dagîr kirin. Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser ji wê demê û heta niha artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar 35 caran ava Santrala Ellok ji ser bajarê Heseke û derdorê qut kirine.

Wêstgeha Ellok

Wêstgeha Ellok 24 bîran li xwe digire û 12 pompên wê yên asoyî hene. Di rewşa asayî de derdora 70 hezar metre sêca rojane avê dide.

Birrîna ava Wêstgeha Ellok, bêhtir ji 1 milyon welatiyên Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî, ji avê bêbehr dike.

Ji 9ê Cotmeha 2019 ve ku Tirkiyê û grûpên çekdar navçeya Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin, heta niha bêhtir ji 30 caran ava Wêstgeha Elok li rojavayê bajarê Serê Kaniyê, ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst