Li Xoyê erd hejiya: Herî kêm 30 kes birîndar bûn

18-06-2023
RÛDAW
Nîşan Xoy Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Xoy a ser bi Urmiyê ve ragihand ku di encama erdheja duh de herî kêm 30 kes birîndar bûne.

Li Xoy a ser bi Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê roja Şemiyê 17ê Hezîrana 2023an erdhejeke bi pileya 4.7 rû da.

Qaymeqamê Xoyê Zabihullah Kazimî îro Yekşemê ragihand, di dema erdhejê de xelk reviyaye derve û herî kêm 30 kes birîndar bûne.

Zabihullah Kazimî diyar kir ku ziyan negihiştiye dezgehên sereke yên weke elektrîk, gaz û avê û rewşa bajêr asayî ye.

Li Xoyê di çend mehên borî de çendîn caran erd hejiya

Di 18ê Çileya 2023an de erdhejek çêbû û 252 kes birîndar bûn û 3 hezar û 850 xanî û avahiyan zirar dîtin.

Her wiha di 28ê Çileya 2023an de jî erdhejek li herêmê rû da û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û hezar û 100 kes jî birîndar bûn.

Li gor amarên Rêveberiya Avahîsaziyê ya Urmiyê di wê erdhejê de zêdetirî 13 hezar xaniyan ziyan dîtine yan jî hilweşiyane.

Destpêka payîza par jî di erdhejekê de hezar û 126 kes birîndar bûn û 5 hezar û 100 xaniyan jî zirar dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst