Li Êlihê 2 keç di bendavê de xeniqîn

18-06-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzî Gundê Ziyaret yê girêdayî navçeya Hezoyê ya Êlîhê ya Bakurê Kurdistanê 2 keçên ku dotmamên hev in di gola bendavê de xeniqîn.

Li gorî zanyariyan li Gundê Ziyaretê yê Hezoyê Elîf B. (11) û dotmama wê Ceren B. (10) ji bo ku hênik bibin ketin gola bendavê. Piştî demekê herdu keç di golê de wenda bûn.

Mamê wan Ramazan B. ku vê yekê dît, xwe avêt avê û zarok ji avê derxistin.

Li ser agahdarkirinê 112 tîmên tendirustiyê, cendirme û îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tevî hemû mudaxeleyan jî herdu keç nehatin rizgarkirin û cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst